Mijdar 22, 2020 00:19 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi koronayê ketin û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 113 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 6 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got,  kesên jiyana xwe ji dest dane, 4 mêr ji Dêrik, Amûdê, Dêrazor, Tebqa û 2 jin ji Hesekê û Qamişlo ne.

Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku wan îro 113 pêketiyên nû tombar kirin, 65 mêr û 48 jin in û li van herêman belav dibin:

25 Hesekê,

16 Dêrik

9 Qamişlo

2 Amûdê

1 Girkê Legê

2 Dirbêsiyê

2 Dêrazor

5 Şehba

17 Kobanê

24 Tebqa

9 Reqa

1 Minbic

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 25 kes baş bûne.

Bi vê yekê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 6 hezar û 591'an û hejmara miriyan jî bû 178'an û hejmara kesên baş bûne gihaşt 957'an.

 

 

Serepeyv