Cotmeh 17, 2020 23:14 Asia/Tehran
  •  Dewleta Tirkiyê zeytûnên Efrînê didize

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li gundên Bêkê û Elî Cara ya Bilbilêya Efrînê zeytûn didize

Bi destpêkirina demsala zeytûnan li Efrînê, berhemên zeytûnan ên sivîla ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve her sal piştî dagirkirina Efrînê têne dizîn.

Ҫavdêriya Mafên Mirovan a Efrînê- Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku ҫeteyên koma El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirkiyê berhemên zeytûnan a welatiyê bi navê Ekaş Dawud ji gundê Bêkê ya navҫeya Bilbilê dizîn

Li gorî ҫavkanî berhemên zêdetirî 90 daran hatin dizîn.

Di heman ҫarҫovayê de, ҫeteyên Sultan Mûrad a girêdayî dewleta Tirkiyê ji gundê Elî Cara berhemên zeytûnê yê welatiyê bi navê Reşîd Ibrahîm dizîn. Hate diyarkirin 500 darên zeytûnê yên Reşîd hene.

Li gorî ҫavkanî, ҫeteyan agahî da Reşîd Ibrahîm da ku belgeyekê ji qaşo bi navê "Meclisa herêmî" ya girêdayî dewleta Tirkiyê bistîne ku isbat bibe, ew darên wî ne. Ev jî wekî rêbazekî nû ye ku çete berhemên daran bidizin.

Serepeyv