Îlon 21, 2020 21:49 Asia/Tehran
  • Çeteyên dewleta Tirkiyê êrişên xwe li ser bakurê Laziqiyê zêde kirin

Çeteyên dewleta Tirkiyê êrişên xwe li ser bakurê Laziqiyê û başûrê Idlibê zêde kirin û hêzên hikumeta Şamê jî çiyayê Tirkman û çiyayê El-Zawiyê yên Idlibê ku terorîst û çeteyên Tirkiyê lê ne, topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikumeta Şamê baregeha çeteyan li eniya gundê Eyn Îsa yê çiyayê Tirkman li bakurê Laziqiyê, bajarokê Kensefra, gundê Bilyûn û El-Mûzre û derdora Ehsem li herêma çiyayê El-Zawiyê li başûrê parêzgeha Idlibê bi çekên giran hedef girtin.

Li aliyekî din di berbanga vê sibehê de çeteyan leşkerekî hikumeta Şamê li eniya gundê Bala yê gundewarê rojavayê Helebê kuşt.

Serepeyv