Tebax 11, 2020 12:53 Asia/Tehran
  •  4 jinên DAIŞ`î hewl da bi ajokarê Heyva Sor a Sûriyê re birevin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê hewldana revîna 4 jinên DAIŞ`î yên Rûsî bi rêya xebatkarekî Heyva Sor a Sûriyê ji kampê, têk bir.

Li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatkarekî rêxistina Heyva Sor a Sûriyê yê bi navê Heyder Hemewî Îsmaîl ku 4 jinên DAIŞ`î û 4 zarok pê re bûn û dixwestin ji kampê birevin, girt.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye. Zêdetirî 30 hezar kes ji malbatên çeteyan, hevjîn û zarokên wan tê de dijîn

Li gorî agahiyan, Heyder Hemewî Îsmaîl ji bajarokê El-Sûr ê Dêrazorê ye û li bajarê Hesekê dijî. Heyder Hemewî Îsmaîl wekî ajokarekî girêdayî Hevya Sor a Sûriyê di kampê de av li beşa ‘Muhecirat’ belav dikir.

Hêzên ewlekariyê ji kampê ragihand ku piştî agahiya reva jinên DAIŞê,  hêzên wan erebe sekinand û dest bi lêgerînê kir û di encamê de 4 jin û 4 zarok ku ji Rûsyayê ne di hundirê depoya sehrîca avê de, dîtin.

Piştî hêzên ewlekariyê ew girtin, hat diyarkirin ku xebatkarê Heyva Sor ji her kesekî 100 dolar digirt da ku wan ji kampê birevîne. Her wiha hate gotin ku jinên DAIŞ`î eger ji kampê derketina, wê ber bi Idlib û Tirkiyê ve biçûna.

Serepeyv