Tebax 03, 2020 12:40 Asia/Tehran
  • EL-BEYAN: Li Dêrazorê kuştin zêde bûye

Têkildarî mijarê rojnama El-Beyan a Îmaratê nivîsî: "Di vê dawiyê de kuştin û gefên terorîstên DAIŞ’ê li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Firatê zêde bûye, her wiha gelek kesayetên civakî yên navdar hatin kuştin."

Vê rojnamê da zanîn ku di Hezîrana borî de 2 kesayetên navdar hatin qetilkirin, ku yek ji wan serokê komîteya eşîra Bekîr a qebîleya Egîdat Silêman Kesar li bajarê Besyarayê bû û DAIŞ’ê qetilkirina wî hilgirt ser xwe. Her wiha yê duyemîn jî sibeha roja cejna Qurbanê bû, çete li motorsîkêletekê siwar bûbûn û mixtarê bajarokê Dehla Elî Silêman Weys ji navdarên rûspiyên herêmê qetil kir. Ne tenê kiryarên qetilkirinê li dijî rûspiyên eşîran pêk hatin, lê dijî şervanên HSD’ê jî pêk tên.

“Çalakvanê meydanî Ehmed Nayif piştrast kir ku kiryarên terorîst di vê dema dawiyê de gelek kesayetên sivîl, leşkerî û zana hedef girtin, her wiha rêxistina DAIŞ’ê bi van kiryaran hewl dide tirs û xofê bixe nava sivîlan û aloziyê li herêma ku jê derketiye, belav bike.”

Serepeyv