May 23, 2020 20:32 Asia/Tehran
  • Rêya M4 25’ê Gulanê vedibe

Hevserokê Meclisa Til Temirê diyar kir ku piştî nîqaşên dirêj bi hêzên Rûsyayê re, li ser vekirina rêya navneteweyî ya M4'ê ji bo çûn û hatina sivîlan, li hev kirin.

 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Piştî ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi destê çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û gihîştin nêzî rêya M4'ê, li ser wê rêyê gelek sûc û komkujî li hember sivîl û rêwiyan pêk anîn. Beriya 10 mehan ji tirsa pêkhatina komkujiyan ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve, rê nikare were bikaranîn.

Her wiha ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ser sivîlan  û talankirina milkên wan, tevgera çûn û hatinê di navbera herêmên Cizîr û Firatê de bi temamî di ser rêya M4 re hate rawestandin.

Wekî gaveke destpêkê piştî nîqaşên dirêj di navbera hêzên Rûsyayê û Meclisa Til Temirê de, li ser vekirina rêya M4 jibo şêniyan, hat lihevkirin. Hêzên Rûsyayê diyar kirin ku wan bi artêşa  Tirkiyê  re gotûbêj kiriye û li ser vekirina rêyê li ber sivîlan û yên berê xwe  didin herêma Firatê, li hev kirine.

Tê çaverêtîkirin ku rêya M4 li ber sivîlan û erebeyên taybet ku dê dewriyeyên Rûsyayê jî bi wan re bin, ji Duşemiya bê (25’ê Gulanê) ve were vekirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb ji Hawar Newsê re diyar kir ku rêya M4 a di navbera herêmên Cizîrê û Firatê de, ji dema gihîştina artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ji xizmetê derket. Wî her wiha destnşan kir ku wan bi hêzên Rûsyayê re û Rûsyayê jî bi artêşa Tirkiyê re gotûbêj kiriye û dê rêya M4 di duyemîn rojên cejnê de ku dikeve roja Duşemê, bê vekirin.Mele Eyûb diyar kir ku yên dixwazin biçin deverên herêma Firatê dê ji Duşemê saet 9`ê sibehê ve ji navçeya Til Temirê tevî dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi rê bikevin.Ciwan Mele Eyûb tekez kir ku wekî gaveke destpêkê dê rê li pêşiya tevgera erebeyên taybet û şêniyan vekirî be û dê piştre nîqaş li ser derbasbûna erebeyên bazirganiyê bê kirin.