Li Sûriyê 11 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketin
May 23, 2020 20:32 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê 11 nexweşên nû ku bi Vîrûsa Koronayê ketine, qeyd kirin. Wezaretê diyar kir ku nexweş ji Kiwêtê derbasî Sûriyê bûne. Bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusê li Sûriyê bû 70.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Ajansa SANA ya Sûriyê ji zarê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 11 kesên nû ku ji Kiwêtê derbasî Sûriyê bûne, bi Vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên Vîrûsa Koronayê li Sûriyê bû 70, ji wan 37 kes baş bûne û 4 kes jî mirine.