Hêzên Sûriyê êrişên li dijî çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê zêdetir kirine
May 23, 2020 20:21 Asia/Tehran
Hêzên Sûriyê êrişeke berfireh li dijî nuqteyên çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê ên li başûrê Idlibê pêk anîn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro şerekî dijwar di navbera hêzên Sûriyê û çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê de li eniyên Kefer Nibul û Bara yên bejahiyên başûrê Idlibê qewimî.
Hêzên Sûriyê hewl dan ku nuqteyên çeteyan kontrol bikin, ligel wê jî topbaranên dijwar pêk hatin û ji her du aliyan hejmarek hatin kuştin.Hêzên Sûriyê berbanga vê sibê herêma li Kensefra ya li bejahiya başûrê Idlibê topbaran kirin.Duh jî hêzê Sûriyê bi mûşekan wesayiteke li herêma El-Zeqom a Sehil El-Xab a li bejahiya bakurê rojavayê bajarê Hemayê hedef girtin.