May 23, 2020 10:04 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​‘Me dikujin û xwezayê dişewitînin‘

Cemîl Îbrahîm ê ku kurê wî Suleyman di topbarana çeteyên dewleta Tirkiyê de bi giranî birîndar bû, kiryara artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ya şewtandina zeviyên çandiniyê şermezar kir û got: "Armanca şewitandina zeviyan birçîkirina şêniyan e."

Li gorî rapora Hawar Newsê, Cemîl Îbrahîm got: "Saetên piştî esirê em di mal de rûniştî bûn, me dûmanek dijwar dît, li gundên Kebaşîn û Burc Heyder ên navçeya Şêrawayê şewat derketibû. Çeteyên li gundê Burc Heyderê ev şewat derxistin."

Cemîl destnîşan kir ku gundiyan berî dan cihê şewatê da ku agir vemirînin û got: "Ez û du kurên xwe jî di nav gundiyan de bûn, me hewl da şewatê vemirînin.

Em bi vemirandina agir mijul bibin, kurê min çû da ku avê bîne, hema derdora 30 mîtreyan nêzî me bû, ji nişka topeke hawnê  li nêzî kurê min ket, kurê min bi giranî birîndar bû."Cemîl kiryarên çeteyan şermezar kirin û got: "Xak û herêmên me dagir kirine têr nebûn, niha siyasetên birçîkirinê li dijî me dimeşînin, me dikujin û xwezayê dişewitînin."