May 21, 2020 09:39 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Eyn Îsa dan ber topan

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên Eyn Îsa û rêya M-4 dan ber topan. Di topbaranê de zeviyên sivîlan şewitîn.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên dikevin rojavayê Eyn Îsa û rêya navneteweyî ya M-4 dan ber topan. Bi topbaranê re agir bi zeviyên çandiniyê yên welatiyên sivîl ketin.

Ji ber şewata dom dike, rêya M-4 hate girtin. Her wiha li ser Eyn Îsa jî tevgera balafirên şer heye.