Adar 26, 2020 19:00 Asia/Tehran
  • Rêveberîya Xwesr a Bakur û Rojhilata Sûrîyê daxûyanîyek derbarê belavbûna Koronayê de da

Rêveberîya Xwesr a Bakur û Rojhilata Sûrîyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de û candayîna mirovan ji ber wê vîrûsê li asta herêmê û cîhanê daxûyanîyek da.

Di daxûyanîya Rêveberîya Xwesr a Bakur û Rojhilata Sûrîyê de xitabî hemî cîhanê hatîye ku em jî li pêş şerê gerdûnî yê bi navê Vayros Koronayê ne ku tevahîya mirovahiyê dike armanc û sînornenas e. Ji vir, ji Kobaniyê em hevgirtina bi tevahîya malbat û xizm û kesên  qurbaniyên cîhanê re radigihînin û em bi wan re yekrêz in bo dijetiya vê vayrosa ku ji bo mirovahiyê tehlûke ye. Li hember vê yekê divê yekrêziya cîhanî çêbe, ibtalkirina şer û alavên kuştin û xerabûnê bê ragihandin ji bo ku bi hemû derfetên cîhanî pêşîya vê nexweşiyê were girtinê. Ji wê zêdetir divê tevahî cîhan seferber be û ji kereseta navborî mirovahî bê parastin.

Ji tevahî gel, netew, dewletên ku ji vê vayrosê ziyan dîtine û di serî de gelê Îtaliya ya ku herî zêde ziyan dîtiye re, em sersaxiyê ji wan re dixwazin. Em hêvî dikin ku bi kêmtirin ziyan ji vê qeyrana cîhanî rizgar bibin. Her wiha em hêvîya aramiyeke tendirustîyê di dema herî zû de bo tevahî nisîbetiyên vê nexweşiyê dikin û dilovanîyê ji bo tevahîya wan kedkarên ku di rêya danîna sînorekî bo vê nexweşîyê de canê xwe ji dest dan dixwazin.