Hevserokên nû yên PYDê hatin kivşkirinê
Di kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de Enwer Muslim û Eyşe Hiso weke hevserokên nû yên wê partiyê hatin hilbijartin.
8'emîn Kongreya PYD bi dirûşma “Bi yekitiya demokratîk em dê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" li salona Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê heta duh hat domandinê.
Di kongreyê de ku 600 delegeyên partiyê amade bûn Enwer Muslim û Eyşe Hiso weke hevserokên nû yên wê partiyê hatin hilbijartin.
Enwer Muslim di sala 1976an de li bajarê Kobanî jidayîk bûye û li bajarê Helebê beşa hiqûqê qedandiye û di sala 2005an de, xwe di Sendîkeya Parêzeran a Helebê de tomar kir û beşdarî xebatên mafên mirovan bûye.
Enwer Muslim berê Serokê Meclisa Rêveber a herêma Kobanîyê bû.
Eyşe Hiso jî di 7ê Gulana 1978an de li gundê Şêx Xurzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ji dayîk bûye.
Eyşe Hiso destpêkê tevlî PYDê bû û piştre xebatên xwe di Tevgera Civaka Demokratîk de domandin.