Sibat 15, 2020 11:25 Asia/Tehran
  • Li rojhilata Firatê 16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin

Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) li rojhilatê Firatê 16 çekdarên grûpên ser bi Tirkiyê ve kuştin û birîndar kirin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demotratîk (HSD) li Şereg-ragê li başûrê Girê Spî êrişî grûpên çekdar kirin û di encamê de 7 çekdar hatine kuştin.

Herwiha li derdora Til Temirê jî di êrîşekê ser grûpên ser bi Tirkiyê de, 9 çekdar hatin kuştin.

Li gorî çalakvanên xwecihî, şervanên HSD li rojhilatê Firat, şeva buhurî pêgehên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Şeregragê li başûrê Girê Spî û li gundên Aliye, Leylan, Erîş, Telût Uweyş, Qasimiye û Um Uşbe, armanc girtin.

Li gor zanyariyan di encama êrişa berdewam a şervanên HSDê ser grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li rojhilatê Ferat, bi dehan çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.