Têrorîstên Tehrîr ul Şamê ji Idlibê direvin Efrînê
Sibat 15, 2020 11:17 Asia/Tehran
Têrorîstên Tehrîr ul-Şamê direvin û tevlî têrorîstên li Efrînê dibin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, têrorîstên Heyeta Tehrîr ul-Şam, ku ji rojavayê Helebê û parêzgeha Idlibê direvin tevlî têrorîstên li Efrînê dibin.
Li gorî raporê, tevlîbûna wan têrorîstan nav têrorîstên li Efrînê rewşê li wê herêmê xirabtir û metirsîdartir dike.
Rêxistina Mafê Mirovan herwiha diyar kir ku zêdebûna Erebên hawirde ku ji Idlibê û rojavayê Helebê digihêjin Efrînê rewşa aborî û ewlehî li vê navçeyê ji berê xirabtir kiriye.