Artêşa Sûriyê gihêşt sê km ya bajarê El-Etarib
Artêşa Sûriyê li pêşdeçûna xwe ya herî nû li rojava parêzgeha Idlibê, bi azadkirina çend navçên din gihêştin sê Km-ya bajarê Etaribê.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, Artêşa Sûriyê di dawî pêşvçûnên xwe de li gundewarê rojava ya Helebê û piştî 8 salan fewca 46, ku li sala 2012yê ji dest dabû, careka din li gel Orim Elsuxra û çend deverên din kontirol kir. Ev jî piştî şereke dijwar di navbera wan û girûpên çekdarên opizisyonê de.
Riwangehê amaje kiriye jî, ku niha tenê sê kîlometir di navbera artêşa Sûriyê û bajarê Etarib de maye.
Terorîstan li sala 2012`an bona serdestiya Fewca 46`an a artêşa Sûriyê, li encama êrişa nişkêveyî 150 hêzên artêşa Sûriyê kuştibûn.
Meqerên terorîstan ji şeva derbasbûyî li derdora bajarê Etaribê bi tundî hatine bombebarankirin û agirê topxana artêşa Sûriyê jî didomin
Kanala Meyadînê jî raghand ku artêşa Sûriyê kariye kontrola bajarê Etaribê bigre destê xwe û riya gîhandina alîkariyê ya terorîstan ji aliyê bakurê rojhilat va girêde.
Li gor nivîsîna çavdêrê mafên mirovan, artêş û hêzên berxwedana Sûriyê li du heftiya buhurî karîne 74 navçan li başûr û rojava parzêgeha Idlibê bixin bin kontrola xwe.