Sibat 13, 2020 18:08 Asia/Tehran
  •  Destpêbûna berxwedana xelkê Heseka Sûriyê bona derxistina eskerên emerîkî

Waliyê Hesekê li Sûriyê kiryarên gelanî yên çend gundên vê parêzgehê li dijî eskerên emerîkî destpêbûna berxwedana gelanî bo derxistina eskerên emerîkî da zanîn.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars Newsê, Cayiz Hemûd Mûsa waliyê Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê got: Xelkê çend gundên Hesekê bi berxwedana li hember eskerêne merîkî li dû derxistina wan ji Sûriyê ne.

 Xelkê navçên derdora bajarê Qamişloyê li parêzegha Hesekê duh li dijî eskerên terorîst ên Emerîkayê hin kar kirin. Li vê kiryarê, xelkê gundên  Xirbet Emo û Boyêr Ebûasî rê nedane trimbêlên zirixî ên emerîkî derbas bibin û derbe li çar trimbêlên wan ên eskerî xistin.

 Eskerên emerîkî jî li bersiva vê kiryarê xelkê Hesekê ber bi xelkê van navçana gulle avêtin ku piştî wê kesekî sivîl can dan. Xelkê van navçana pêştir jî bi caran pêşiya trimbêlên eskerî yên Emerîkayê gitine an jî  bona dijberiya li hember wan xwenîşandan bi rê xistibûn.