Sibat 13, 2020 10:03 Asia/Tehran
  • Berdewamiya pêşveçûnên artêşa Sûriyê li rojavayê Idlibê

Artêşa Sûriyê duh jî çend dever li derdora rojavayê Helebê ji bin lepên terorîstan derxistin.

Li gor IRIB Newsê, artêşa Sûriyê gundên Şêx Elî, Erade û Erzna li derdora rojavayê Helebê ji bin lepên terorîstan derxistin û kontrola wan xistin destê xwe.

Ev sê gund li ser riya mezin a navneteweyî ya Heleb-Şamê ne.Artêşa Sûriyê ev riya mezin duh azad kiribû.

Li rojavayê Helebê pêşveçûn û operasiyona artêşa Sûriyê berdewam dike û artêşa Sûriyê êrişa koma terorîst a Bereya El-Nusre li nêzîkiya gundên Kefer Heleb û Mîznazê bê encam kir.

Artêşa Sûriyê li hemberî kiryara terorîstan a binpêkirina bicaran a agirbesê li parêzgeha Idlibê operasiyona xwe li vê deverê da despêkirin û heya niha gelek dever û bajar û bajarok û gundên vê parêzgehê azad kirine.

Parêzgeha Idlib, rojhilata Laziqiye û derdora Helebê deverên herî dawiyê di bin destê terorîstan e ku Tirkiye piştgiriya wan dike û artêşa Sûriyê nêzîke ku wan deveran bitûm azad bike..