Çile 26, 2020 17:20 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Tirkiye plana xwe ji êriş û dagirkeriyê ve guheriye bo guherandina demografiyê

Fermandê giştî yê HSD raghand: Aliyên bakur û rojhilata Sûriyê li hev nêzîk bûne û di demeke nêzîk de kongira yekitiya bakurê Sûriyê dê were damezrandin.

Mezlûm Kobanî,fermandê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk( HSD) li hevpeyvîna bi Elmanîtorê re, alûgurên vê dawiyê yên rewşa bakurê Sûriyê û êrişên Tirkiyê û peywendiyên li gel Sûriyê û Rûsiyê û Emerîkayê xistin rojevê û teqez kir ku xebata wan li hemî astên siyasî, eskerî, dîplomasiyê berdewam e bona çareserkirina kêşeyên têkildarê bakurê Sûriyê. 

 Wî li bara êrişên Tirkiyê raghand: Tirkiyê plana xwe ji êriş û dagirkeriyê ve guheriye bo guherandina demografiyê li bakurê Sûriyê, malbatên çekdarên tundrê li van navçana nişteci dike ku hatien dagirkirin. Her koçberekî vê navçeyê bixweze vegere mala wxe dê were işkencekirin. 

 Wî her wiha diyar kir, pêştir helwêsta Tirkiyê eva bûye ku şervanên HSD li ser sînoran wek metirsî dizane, lê niha hêzên Sûriyê û Rûsiyê li meqerên ser sînor bi cih bûne lê Tirkiye berdewam êrişî ser navçên bakur û rojhilata  Sûriyê û armanca wê dagirkirina hemî navçên ser sînorên Iraqê ye çawa ku Erdogan ev nexşeya li kongira neteweyên yekgirtî xist rojevê. 

 Li bara civîna berpirsê Rêxistina Sîxorî ya Tirkiyê, MITê û berpirsê hevalgiriya Sûriyê, Mezlûm Kobanî raghand: Wan bi navbeynkariya Rûsiyê civiyanek pêk anîn, Rûsiye li dû berjewendiyên xwe  li navçê ye û loma dixweze peywendiya navbera Sûriyê û Tirkiyê normal bike, lê nabe ku asayîkirina peywendiyên hanê li dijî me  bikar bîne, Sûriey qet venagre beriya sala 2011`an. Ez bawer nekim hewldanên Rûsiyê bo aşitiya navbera Tirkiyê û Rûsiyê bi ser keve. 

Li bara peywendiyên navbera DAIŞ û Tirkiyê, fermandê giştî yê HSD raghand: Tirkiyê hêsankariyên zav bo DAIŞê dike, lihevkirina nihênî heye di navbera wan de. Pêştir hemî çekdarên biyanî yên DAIŞê ji riya Tirkiyê ve geihêştine Sûriyê, yên ku niha ji Sûriyê direvin jî hema diçin Tirkiyê. 

 Îdara xwerêvebir a bakur û rojhilata Sûriyê jî amadetiya xwe  bo danûstandina di gel hikûmeta Sûriyê bo çareserkirin û kutayiya qeyrana deh salî li vî welatî diyar kiriye. 

 Ebd Hamid Mehbaş, hevserokê encumena cîbicîkirinê yê îdara xwerêvebir a bakur û rojhilata Sûriyê  li civîneke rojnamevaniyê de got: Armanca sereke ya damezrandian îdara xwerêvebir jiyana bi aştî û bi biratî di navbera hemî pêkhateyên  bakur û rojhlata  Sûriyê ye. 

 Wî her wiha diyar kir: Qeyrana Sûriyê derbasî nava sala dehan a xwe dibe û li encama wê xwîna  hezaran kesî rijyaye û binavhiyên aborî têk çûne, lê me ji roja ewilî va daxwaza çareseriya bi aşitî û danûsandina  di navbera hemî pêkhateyan kiriye, ne  rêçareya eskerî.