Çile 26, 2020 16:41 Asia/Tehran
  • Itiraza Rûsiyê dijî kiryarên kêşesaz ên Pentagonê li Sûriyê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Hin rayedarên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) li dû alozkirina rewşa li Sûriyê ne.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja Yekşemê her wiha di daxuyaniya xwe da destnîşan kir: Kiryarên hin rayedarên Pentagonê li Sûriyê tu alîkariyek bo aramiya rewşê nake.

Vê saziya Rûsî di daxuyaniya xwe da aniye: Rayedarên Pentagonê li dû hevkariyê û bidawîanîna kêşeyan li Sûriyê nînin.

Geir Otto Pedersen, Nûnerê taybet ê Sekreterê giştî yê NY li karên Sûriyê jî roja Şemiyê di hevdîtina bi Sêrgêyî Şoygû, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê li Moskovayê got ku pişta helwêsta Rûsiyê ya derbarê hêzên biyanî yên venexwendî li Sûriyê ji wan çekdarên amerîkî digire û vê hebûnê dilgiranker dizane.

Pedersen her wiha got: Hebûna hêzên biyanî li Sûriyê kêşeyeka ciddî ye.

Şoygû jî di vê hevdîtinê da bi tundî ji kiryarên Amerîkayê jibo talankirina çavkaniyên petrola Sûriyê rexne kir.

rayedarên ûris hertim li dijî hebûna çekdarên amerîkî li Sûriyê derketine û armanca dewama dagirkeriya wan talankriina çavkaniyên petrola vî welatî dizanin.