Çile 16, 2020 17:40 Asia/Tehran
  • Dewleta Sûrîyê hin partîyên sîyasî yên Kurdan vexwendin Şamê

Dewleta Sûrîyê di nameyekê de nunerên hin partîyên sîyasî yên Kurdên wî welatî ku li bakura Sûrîyê çalak in vexwendin Şamê.

Ligorî agahîyan, Elî Memlûk Serokê Dezgeha Ewlehîya Netewî û Cîgirê Serokomarê Sûrîyê di wê nameyê de nunerên Partîya Dêmokirat a Pêşvero ya Kurdistana Sûrîyê û Hevalbendîya Netewî ya Kurdên Sûrîyê jibo Şamê vexwendine.

Ehmed Silêman endamê Partîya Dêmokirat a Pêşvero ya Kurdistana Sûrîyê jî ev yeka piştrast kir û got: Me vexwendina dewleta Sûrîyê ret nekirîye lê em seredana di vê rewşê de ya bo Şamê û muzakireya digel dewleta navendî guncav nizanin.

Mezlûm Kobanî Fermandarê HSD jî di daxûyanîyekê de derbarê wê vexwendinê de got: Nika seredana Şamê nekin, di rojên pêşber da em dê bi desteyeke mezintir ku nunerên zêdetir bigire ber xwe, gişk bi hev ra herin Şamê.