Kanûn 11, 2019 18:43 Asia/Tehran
  •  Mezlûm Kobanî: Gotinên Erdogan li bara şandina bi milyonan kesî bo Girê Sipî metirsîdar e

Fermandê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara şandina milyonan kesî bo dagirkirina Girêsipî û Serêkaniyê metirsîdar e û tê wateya guherîna demogirafiyê.

 10'ê vê mehê Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li nav gotarekê de bi beşdariya wezîran ragihand ku dest bi nişetcîkirina  hin kesên nû li bakurê Sûriyê û niştecîkirina  bi milyonan kesî li Girê Sipî û Serêkaniyê kiriye.

Wek berteka van gotinên Erdogan de Mezlûm Kobanî, Fermandê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand:

"Gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara şandina milyonan kesî bo  dagirkirina Girêsipî  û Serêkaniyê metirsîdar e û tê wateya guherîna demogirafiyê."


Wî her wiha diyar kir: "Emerîka û Rûsiye berpirsiyar in ku pêşiya vî karî bigrin û em ji wan dixwezin bila li bara vegerandina  niştecih û xwediyên rastîn ên vê xakê hêsankariyên pêdivî bikin."