Kanûn 04, 2019 16:34 Asia/Tehran
  • Durûtiya UNICEF’ê li hember komkujiya zarokan a li Til Rifatê

Buroya herêmî ya UNICEF’ê li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê raporeke xemgîniyê der barê komkujiya li Til Rifatê de weşand, bêyî ku îşaret bi dewleta Tirkiyê bike yan jî vê komkujiyê şermezar bike. Ev helwesta UNICEF’ê şik û gumanê derheq serxwebûn û yekalîbûna vê rêxistinê û rêxistinên din ên navdewletî zêde dike.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, duh li dijî şêniyên Efrînê yên ji neçarî koçberî Şehbayê bûne, komkujiyek pêk anî û di encamê de 10 sivîl, bi piranî zarok, şehîd bûn û 12’ên dîn jî birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de, Buroya Herêmî ya Rêxistina NY’yê ya Zarokan (UNICEF) a li Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku navenda wan li paytexta Urdunê Umanê ye, raporeke fermî weşand ku der barê komkujiyê de qaşo xemgîn e.

Daxuyaniya UNICEF’ê îşaret bi dewleta Tirkiyê ku komkujî li dijî zarokên li Til Rifatê pêk aniye, nekir û tu şermezarkirin der barê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê de, li ser komkujiyê ranegihand.

Di daxuyaniya UNICEF’ê de hatiye gotin: "Em xemgîniya xwe der heqê raporên ku bi dest ketine ku ji ber êrişên li ser bajarokê Til Rifat ê bakurê Helebê, 8 zarok hatine qetilkirin û hin zarokên din jî birîndar bûne, radigihînin.”

Piranî zarokan kêmî 15 saliyê ne. Bi van êrişan re hejmara zarokên ku li bakurê Sûriyê di çend hefteyên borî de hatin kuştin, gihîşt 34’an.Di dirêjahiya 9 salên borî ji aloziya Sûriyê de, tu rêgezên bingehîn ên parastina zarokan tune bûn.