Kanûn 03, 2019 17:56 Asia/Tehran
  • Têrorîstên ser bi Enqerê hejmareka xortên Kurd li Serîkaniyê hatin dîlgirtin

Têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê hejmareka xortên gundê Qatûfê yê bajarê Serî Kaniyê li parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê dîl girtin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB Newsê, Çeteyên têrorîst her wiha hejmareka malên gundiyan li Qatûfê talan kirin.

Di vî halî da çeteyên ser bi Tirkiyê berhemên kevnare yên Keleha Nebî Hûrî li bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê dizzîn.

Navçeya "Nebî Hûrî" li bakurê rojavaya Sûriyê di 30 Kîlometreyiya bajarê Efrînê ye.

Çekdarên Tirkiyê jî li gundên Kenîher û Tûlanê li derdora Serî Kaniyê du baregehên leşkerî ava kirine.