Mijdar 10, 2019 19:44 Asia/Tehran
  • Desteyeke ENKSê û Fermandarê HSD civiyan

Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî re civiya.

Li gor agahiyên mêdyayên herêmî, îro Yekşemê şandeke Konseya Serokatiya ENKSê bi Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlûm Kobanî re hevdîtin pêk aniye.

Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê Tahir Hesaf ragihand, ku civîna wan bi Mazlûm Kobanî re erênî bûye û têde li ser helwên nêzîkkirin û lihevkirina aliyên siyasî yên Kurdistana Sûrîyê axivîne.

Hesaf herwiha gotîye ku serokayetiya ENKSê têbîniyên xwe pêşkêşî Mazlûm Kobanî kirin ji bo ku PYD, Rêveberiya Xweser û ENKS lihev bikin.