Li Girê Spî teqîneke mezin qewimî: 39 kuştî û birîndar hene
Li nav bajarokê Silûlkê yê ser bi bajarê Girê Spî ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê de ye, teqîneke mezin qewimî û li gor agahiyên destpêkê gelek kuştî û birîndar hene.
Îro li bajarê Girê Spî teqînek mezin qewimî. Li gor agahiyan, teqîn li navenda bajarokê Silûkê pêk hatîye.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 9 kes hatine kuştin û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûne.
Tê gotin, egera zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran heye, ji ber ku bi sedema teqînê gelek avahîyên derdorê rûxiyane û dibe ku gelek kes di bin kavilan de mabin.
Pêştir jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berpirsatiya teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bibe û malbatên çekdarên biyanî li şûna wan bicih bike.