Mijdar 10, 2019 17:33 Asia/Tehran
  • Bombebarana gundekî li bakurê rojhilata Sûriyê ji aliyê balefirên cengê yên Tirkiyê

Çavkaniyên sûrî li bara bombebarana gundekî li bakurê parêzgeha Hesekê ji aliyê balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê agahî dan.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya SANA News`ê, li gorî gotina van çavkaniyan, gundê El-Derdarê li derdora Serê Kaniyê li parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê, ket ber êrişên balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê. 

  Çavkaniyên sûrî her wiha li bara teqîna mayna bicihkirî ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê li gundê El-Esediyê li derdora bajarê Serê Ka agahî dan. 

Ev êrişên artêşa Tirkiyê li halekê cih tê ku artêşa Sûriyê duh gundê Um Şeyfê li derdora Hesekê dagirkirina endamên ser bi Tirkiyê azad kirin. 

 Ji aliyê din, çavkaniyên rûsî li Sûriyê li bara liv û tevgerên tankan û panzerên emerîkî li bakurê vî welatî agahî da û raghandin ku eskerên emerîkî ji meqera Qesrikê li riya navneteweyî ya M4 ber bi bajarokê Til Temirê li bakurê Sûriyê va çûn. 

 Vê dawiyê hêzên emerîkî li bakurê rojhilata Sûriyê piştî raghandina Waşegtonê bo xweykirina beşek ji hêzên xwe li nêzîkî meydanên niftê yên Sûriyê liv û tevgerên  xwe zêde kirine û li halê avakirina  du meqerên  eskerî yên nû li bakurê rojhilata  Sûriyê ne.