Mijdar 10, 2019 10:00 Asia/Tehran
  • Êrişa terorîstan bi roketan ser Heleba Sûriyê

Terorîstan vê sibeyê dîsa bi roketan êrişî ser deverên Hemdaniye û Heleb El-Cedîd yênbajarê Helebê li bakura Sûriyê kirin.

Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand ji ber van êrişan dengên çend teqînan li bajarê Helebê hat bîhîstin.

Hîn li bara kuştî û birîndarên vê êrişê û xisarên ji ber wê ti nûçe belav nebûye.

Terorîstan roja înê jî êrişî van du navçên Helebê kirin.

Li van mehên dawiyê ji ber têkçûnên bi dû hev yên terorîstan li Sûriyê, wan dest avêtine êrişên bi roket û hawanê li dijî xelkê sivîl ê Sûriyê. Di encama van êrişan de gelek sivîl ji wan jin û biçûk bûne gorî û birîndar bûne.