Mijdar 10, 2019 09:52 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina bê encam a Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê

Beşa destpêkê ya civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê bê encam bi dawî bû. Tê payin ku duşemê desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan li hev kom bibe û bi vî rengî civîn dom bike.

Beşa destpêkê ya civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê ku di 30'ê Cotmehê de bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê dest pê kir duh êvarê bê encam bi dawî bû. Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen derbarê civînê de axivî û îdîa kir ku beşa destpêkê ya civînên komîteyê li gel kêmasiyên biçûk jî bi rengekî serketî pêk hat.

Pedersen diyar kir ku di nava civîna 3 rojan de nûnerên hikûmeta Sûriyê, mûxalefetê û civaka sivîl derbarê destûra bingehîn de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir di heman demê de nêrîn û pêşniyarên endamên komîteyê hatine guhdarîkirin.Wî got ku dewra din ya vê komîteyê 25 Mijdarê tê lidarxistin.

Pedersen anî ziman ku piştî komîteya destûra bingehîn a ji 150 kesî her wiha desteya nivîsandina destûra bingehîn a ji 45 kesan hatiye hilbijartin û got; "Ev koma ji 45 kesan a ji bo xebatên destûra bingehîn hatiye hilbijartin wê Duşemê li hev kom bibe û hefteyekê bixebite.

Serokê taxima dewleta Sûriyê Ehmed Elkezberî jî li vê civînê de got: Hikûmeta Sûriyê li dijî nivîsandina qanûna nû ya bingehîn nîne, lê Sûriyê qanûna bingehîn, artêş, parleman û rêxistinên xwe hene, biryar eva nîne ku li ser qanûna bingehîn ya welatekî nû axivtin bibe.