Cotmeh 17, 2019 09:45 Asia/Tehran
  • Dayra Xweserîya Bakura Sûrîyê daxûyanîyek jibo raya giştî belav kir

Di çarçova êrişa Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ser bakur û rojhilata Firatê de Dayra Xweserîya Bakura Sûrîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku Enqere hemî cûrên çekan li Serêkanîyê bi kar tîne û hemî peymanên navnetewî binpê kirine.

Ligorî daxûyanîya Dayra Xweserîya Bakura Sûrîyê, Enqere hemî cûrên çekan li Serêkanîyê bi kar tîne bi awayekî ku hemî peymanên navnetewî binpê dike lê êrişên berdewam ên Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê nekarîne vîn û şîyana berevanîyê ya berxwedêran bişikênin.

Di wê daxûyanîyê de hatîye: Tirkîye çekên Fosforî û Napalm bi kar tîne ku dibin sedema karesata mirovî û komkujîya rasterast a berfire. 

Dayra Xweserîya Bakura Sûrîyê herwiha amaje dike ku di demekê da daxwazê ji raya giştî ya cîhanê û sazî û dezgehên mafên mirovan û alîyên têkildar dike ku jibo rawestana li ber êrişên bitaluke yên Tirkîyê bikevin dewrê ku Artêşa Tirkîyê çekên qedexe bi kar tîne û herwiha em daxwaz dikin ku sînorekê himberî wê êrişa faşîstane daynin..

Di dawîya daxûyanîya Dayra Xweserîya Bakura Sûrîyê de hatîye: Bêdengîya cîhanê Erdogîn jibo encamdana komkujîyê ku berî vîya jî li Efrînê û navçeyên ku Tirkîyê dagir kirine han dide.