Cotmeh 17, 2019 08:44 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê derbasî Kobanîyê bû

Artêşa Sûriyê û hêzên rûsî di çarçoveya rêkeftina ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, derbasî nav bajarê Kobaniyê bûn.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a IRNA`yê, Artêşa Sûriyê ku duh danê nîvro ber bi herêma Kobaniyê ve birêketibû, derbasî nav bajarê Kobaniyê bû.

Çûna hêzên Sûriyê nav Kobanîyê di çarçoveya rêkeftina navbera artêşa Sûriyê û HSDê de ye.

Hêzên Amerîkayê duh dest bi vekişîna hêzên xwe ji bajarê Kobaniyê kiribûn û bi temamî derketibû.

Li aliyê din çavkaniyên xwecihî radigihînin ku li derdora Minbicê di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, pevçûnên dijwar rû didin.

Herwiha hêzên Rûsyayê ku duh derbasî nav Minbicê bûbûn, li navenda Minbicê dest bi gerreçavdêrîyê kirin. 

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihandibû, “Minbic bi temamî di bin kontrola artêşa Sûriyê de ye. Li xeta di navbera artêşa Sûriyê û hêzên ser bi Tirkiyê ve, hêzên rûs dest bi gerreçavdêrîyê kirin.