Cotmeh 13, 2019 07:45 Asia/Tehran
  • Xwenîşandanên dijî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê li Îran û Herêma Kurdistana Iraqê

Di 24 sietên buhurî de li hin şarên Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê xwenîşandan dijî êrişa zorbêjane ya Artêşa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê hatin lidarxistinê.

Duh danê êvarê li Têhranê hejmareke nerazîyên himberî êrişa Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê li ber balyozxana Tirkîyê kom bûn û nerazîbûna xwe himberî dagirkerîya Tirkîyê li bakura Sûrîyê nîşan dan.

Bilî wê, li şarên Kurdnişîn ên Îranê ji wan Kirmanşan, Sine û Merîvanê jî gel daket kolanan û bi durişman nerazîbûna xwe himberî dagirkerîya Tirkîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê nîşan da.

Li Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Zaxo û çend şarên din ên Herêma Kurdistanê jî gel daket kolanan û dagirkerîya Tirkîyê li bakura Sûrîyê ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştinê û birîndar bûne û bi hezaran kes ji Kurdên Sûrîyê aware bûne şermezar kirin.

Li bajarê Hewlêrê, hejmarek welatîyan ku piraniya wan xelkê Kurdistana Sûrîyê bûn, li ber baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser wê herêmê nîşan dan.

Herwiha li Silêmaniyê jî bi sedan kesî li cadeya Salim a vî bajarî xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşa ser Kurdistana Sûrîyê lidar xistin.

Li dehan bajarên Ewropayê, di nav de Hamburg, Essen, Viyena û Barselonayê jî, xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de, êrîşa Tirkiyê hat protestokirin û xwepêşanderan ji civaka navdewletî xwestin ku rê li ber êrîşê bigirin û Kurdên Sûrîyê biparêzin.