Cotmeh 12, 2019 08:59 Asia/Tehran
  • YPG bersiva êrişên Artêşa Tirkîyê da û Nisêbîn da ber top û rokêtan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di bersiva êrişên Artêşa Tirkîyê ser bakura rojhilata Sûrîyê da, şarê Nisêbînê dan ber mûşek û hawanan.

Ligorî rapora Kanala Rusia Al Yawmê, Nivîsgeha Parêzgarîya Mêrdînê ragihand ku YPG şarê Nisêbînê dan ber mûşek û hawanan ku di encamê de herîkêm 8 kes hatin kuştinê û 35 kes jî birîndar bûn.

Ji hêla din ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê di sêyemîn roja êrîşa Tirkiyê ya li ser Kurdistana Sûrîyê de bîlançoya şêrr aşkere kir û ragihand, di encama êrîşên du rojên destpêkê yên Tirkiyê de, 22 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, lê ev hejmar, qurbaniyên sivîl li xwe nagire.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha diyar kiriye, di du rojên destpêkê yên êrîşa Kurdistana Sûrîyê de, 262 serbazên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê hatine kuştin.

HSDê destnîşan kir, hêzên wan çend gundên ser sînor ku ketibûne destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opzosiyona Sûriyê, careke din ji destê wan hêzan derxistine.

Li aliyekî din Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar jî idia kir ku ji destpêka êrîşa wî welatî  ser Kurdistana Sûrîyê ve heta niha 342 şervanên YPG û HSDê hatine kuştinê

Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemê 9ê Cotmehê ve dest bi êrişeke berfireh ser Kurdistana Sûrîyê kiriye.