Dîsan maşîneke bombekirî li Hesekê hat teqandinê
Cotmeh 12, 2019 08:39 Asia/Tehran
Vê sibê maşîneke din a bombekirî li bakura rojhilata Sûrîyê hat teqandinê.
Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) vê sibê ragihand ku maşîneke bombekirî li derdora girtîgeha navendî ya şarê Hesekê li bakura rojhilata wî welatî qewimî ku hejmareke zêde ya têrorîstên DAIŞ`î têda ne.
Duh di encama maşîneke bombekirî li Qamişloyê de 4 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn. Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsyarîya wê teqînê istûyê xwe.
Ji hêla din ve, Di encama topbarankirina nanxaneyekê li Qamişlo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve 6 kes birîndar bûn.
Niştecihên Qamişlo û Hesekê duh xwenîşandaneke berfire bi nîşana şermezarkirina dagirkerîya Tirkîyê li axa Sûrîyê lidar xistin.