Cotmeh 11, 2019 16:12 Asia/Tehran
  • Awarebûna zêde ji 60 hezar kesan di encama desdirêjiya Tirkiyê ser axa Sûriyê

Koma bi navê Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ku cihê wê li Londonê ye duh diyar kir ji dema despêbûna şerê Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê li bakur û rojhilata vî welatî zêde ji 60 hezar kes ji xelkê van deveran aware bûne.

Artêşa Tirkiyê ser fermana serokomarê vî welatî Receb Teyib Erdogan ji roja Çarşemê 9ê Cotmehê bi mihaneya şerê li dijî terorê li bakur û rojhilata vî  Sûriyê dest bi êrîşeke berfireh ser kurdên vî welatî ku Erdogan wan terorîst dide zanîn kiriye.

Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuad Oktay jî piştî despêbûna vê desdirêjiya ser axa Sûriyê ku navê  "Kaniya Aştiyê" lê kiriye, îdia kir ku hedefa vê operasiyonê vegerandina aştiyê nav Sûriyê ye.

Ev êrişa artêşa Tirkiyê piştî xiyaneta serokomarê Amerîkayê Donald Trump li kurdên Sûriyê û li gor îzna wî cih hat. Ev desdirêjiya Tirkiyê ji aliyê gelek welat û rêxistinan şermezar bûye, lê belê Amerîka qet naxwaze wê şermezar bike. 

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê jî aşkere kiriye çekdaran û artêşa Tirkiyê li Serêkaniyê dest bi bombebaranên hewayî û topbaran kirine û pir muhtemel e bi hezaran kesên din jî aware bibin.