Cotmeh 09, 2019 15:36 Asia/Tehran
  • Rûhanî: ''Bila Kurd li rex Artêşa Sûrîyê cih bigirin''

Serokê Komara Islamî ya Îranê derbarê alûgurên li ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê de ragihand ku bila Kurd l irex Artêşa Sûrîyê cih bigirin û dewleta Tirkîyê jî divê rê û şêwazeke durist bigire ber xwe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro piştî civîna desteya wezîran têkildarî algurên ser sînorê Tirkîye û Sûrîyê got: Me di civîna Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Enqerê de bi aşkirayî ragihand ku tenha rêçareya dabînkirina ewlehîya sînorên bakura Sûrîyê û başûra Tirkîyê bicihbûna hêzên Artêşa Sûrîyê ye û divê em hemî zemîneyan jibo bicihbûna Artêşa Sûrîyê li wan navçana pêk bînin û welatên din jî alîkarîyê bidin û amerîkî ji wê herêmê derkevin û Kurd jî li wê navçeyê ku di rastîyê de welatê wan xwe ye, li rex Artêşa Sûrîyê cih bigirin.

Rûhanî herwiha got: Şêwaza ku roja îro hatîye bijartinê û lihevkirinê li pişt perdeyê dê ser xêra herêmê nebin û em ji welatê dost û birayê xwe Tirkîyê û dewleta vî welatî dixwazin ku di babetên bi vî rengî de zêdetir baldar û ser hemdê xwe be û rêya ku bijartîye biguherîne.

Rûhanî pêgirî kir: Em ser vê bawerê ne rêya ku jibo herêmê hatîye bijartinê ne rêyeke guncav û xêrê ye çinku roja îro em di rewşekê de ne ku divê li navçê aramî hebe û awareyên sûrî zûka bizvirin welatê xwe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Roja îro mijara sereke ne bakur û rojhilata Firatê belkî pirsgirêka yekem li devera Idlibê ye ku hemî têrorîst l iwir kom bûne û em hêvîdar in ku welatên herêmê di vî warî de alîkarîyê bikin û dewleta Tirkîyê jî di vê çarçovê de zêdetir baldar be ku em li herêmê pêrgî pirsgirêkeke nû nebin.