Îlon 13, 2019 18:20 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkîyê gundên Efrînê dan ber topan

Artêşa Tirkîyê gundên Efrînê dan ber topan û têrorîstên ser bi hikûmeta Tirkîyê jî 9 welatîyên Kurd li Cindirisa Efrînê revandin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, îro artêşa Tirkiyê û têrorîstên di bin fermana wê de gundê Bîne û Eqbîye li navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê topbaran kirin, lê heya niha tu raporek derbarê ziyanên canî û madî yên wê topbaranê de nehatine belavkirinê.

Ligorî rapora Hawarnews`ê, têrorîstên Feyleq El-Şamê ser bi dewleta Tirkîyê li gundê Dêrbelût ê navçeya Cindirêsê ser bi Efrînê îro di saetên sibê de 9 sivîl revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin û çarensûa wan ne diyar e.

Ji hêla din ve îro otomobîleke bombekirî ser rêya nahiyeya Raco ya ser bi bajarê Efrînê ve teqîya. Li gor zanyariyan, kesekî canê xwe ji dest daye û 13 kes jî birîndar bûne ku gişk welatiyên sivîl in.

Bi sedema teqînê zirarek mezin gihîştiye xanî, avahî û dikanên derdora cihê teqînê. Heta niha ti aliyekî berpirsatiya teqînê li xwe negirtiye.