Îlon 12, 2019 14:47 Asia/Tehran
  • Rayedarên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li ser sînorê Sûrîyê civiyan

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di çaçroveya plana pêkanîna Navçeya Aram li bakura Sûrîyê, bi beşdariya şandeke leşkerî ya Amerîkayê, li Navenda Operasyonên Hevbeş a li qezaya Kaniya Xezalan civînek hat lidarxistin.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, piştî civîna desteya pilebilind a leşkerî ya Amerîkayê, ku ji Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yê Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Navendî General Thomas Bergeson pêk hatibû, li Enqerê, amadekarî li bajarokê Kaniya Xezalan tên kirin, 2 helîlopterên Amerîkî û 2 helîkopterên Tirkîyê li esmanê sînorê bakura Sûrîyê dest bi firînê bikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ew şanda leşkerî ya amerîkî, piştî lêkolînên li ser sînor, derbasî ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ a di navbera Amerîka û Tirkiyê de bû û beşdarî civîna di derbarê xebatên jibo avakirina Navçeya Aram de bû.

Amerîka û Tirkiyê, meha bihorî derbarê pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li bakura Sûrîyê, li hev kiribûn û di vê çarçoveyê de ji bo birêvebirina wê navçeyê li Kaniya Xezalan ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ hatibû avakirin.

Di çarçova rêkeftinê de, herdu aliyan heta niha li ‘Navçeya Aram’ dest bi çend gerrên hevbeş ên bejayî û esmanî kirine.

Roja 8ê Îlonê, leşkerên Amerîka û Tirkiyê yekemîn gerra hevbeş a bejayî  ji bajarê Girê Spî heta Serê Kaniyê bi dirêjiya 88 kîlometran lidar xistin.