Tebax 16, 2019 12:49 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê li başûra Idlibê pêşda diçe û çend dever xistin bin kontrola xwe

Artêşa Sûrîyê di dewama pêşketinên xwe yên li sînorê Idlibê de, bajarokê Sikêk û gundên Um Zeytune, Xirbe Murşid û Mintarê li rojavayê bajarokê Xan Şêxunê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) Artêşa Sûriyê da xûyakirin, ku wan çekdarên Cebhet el Nusre li çend bereyên şêrr li başûrê Idlibê têkşikandine, û dest danîne ser gelek deverên stratejîk.

Niha artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên esmanî yên Rûsyayê, planê dadirêje daku leşker û çekan ber bi Xan Şêxûnê ve ku dikeve rojavayê parêzgeha Idlibê, bibe.

Hêzên artêşa Sûriyê roja Pêncşemiyê jî di dewama operasiyona dijî koma têrorîst a Bereya Nusreyê li başûrê parêzgeha Idlibê de, Zeviya Zeytûn û bajarokê Medayayê li bakurê bajarokê Kefer Eynê rizgar kirin.

Hêzên artêşa Sûriyê li derdora bajarokê Hebîtê li başûrê Idlibê jî bajarokên Hereş Abidîn û Mefer Henteyê azad kirin.