Tebax 16, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • Hûrgilîyên nû derbarê damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê de, ew navçeya dê ji 4 şerîtan pêk were

Derbarê ‘Naçeya Aram’ de ku tê pêşbînîkirin li bakura Sûrîyê bê avakirin, her roj zanyariyên nû tên belavkirin. Li gor zanyariyên li ser medyayan hatine belavkirin ‘Navçeya Aram’ li bakura Sûrîyê, li gor pêşniyara Amerîkayê, ji 4 şerîtan pêk tê.

Ligorî raporên derbarê pêşniyara Amerîkayê ya li ser ‘Navçeya Aram’ de hatine belavkirinê, ‘Navçeya Aram’ li bakura Sûrîyê, li gor pêşniyara Amerîkayê, ji 4 şerîtan pêk tê.

Li gor vê yekê şerîtek di navbera çemên Dicle û Feratê de bi kûrahiya 5 kîlometreyan were kivşkirin. Li wan 5 kîlometreyan hêzên hevbeş yên Amerîkî-Tirkîyeyî dê çavdêriyê bikin û şerîta yekem bajaran li xwe nagire, ango hêzên serbazî nakevin nav bajaran.

Şerîta duyem jî bi kûrahiya 9 kîlometreyan dê were damezirandin ku li vê deverê jî dê tenê hêzên Amerîkî hebin.

Şerîta sêyem jî dê bi kûrahiya 4 kîlometreyan be û ev dever jî dê tenê li jêr çavdêriya hêzên Amerîkî de be.

Di şerîta çarem de jî kûrahiya navçeyê bi giştî digihije 18 kîlometreyan û li derveyî vê navçeyê çekên giran û Hêzên Sûriya Demokratîk dê bicih dibin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro ragihand ku Cîgirê Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîkayê ya li Ewropayê, General Stephen Twitty û şandeke pê re îro serdana Tirkiyê kir û li Enqerê bi Fermandariya Artêşa Tikriyê re hevdîtin pêk anî. Piştre derbasî parêzgeha Rihayê bû û desteya amerîkî li sînorê başûra Tirkîyê digel Sûrîyê, dest bi lêkolînê kir.