Tîrmeh 23, 2019 12:28 Asia/Tehran
  • Siyasetên nezelal ên Amerîka derheq kurdên Sûriyê ji HSDê re fukar çêkirine

Fermandeyekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) bal kişande ser siyasetên nezela û bi durûtî yên Amerîkayê derheq kurdên Sûriyê û got: Gefên Tirkiyê li dijî wan û herêmên kurdî li Sûriyê cidî ne ji ber wê jî divê Amerîka çareyekê ji wê yekê re bibîne.

Berpirsê navenda medyayî ya HSDê, Mistefa Balî li ser gefên Tirkiyê yên li hember herêmên kurdî li Sûriyê û helwesta nezelal û bi dûrûtî ya Amerîka li hember vê yekê ji televîzyona K24 regot: Gefên Tirkiyê cidî ne û armanc û hedefa wê jî herî zêde kurd û nehîştina îradeya gelê kurd e li Sûriyê.

Vî berpirsê HSDê herwiha got: Tirkiye dixwaze kurdan li Sûriyê komkuj bike û demografiya herêmên kurdî li Sûriyê biguherîne.

Mistefa Balî bang li Amerîkayê kiriye helwesteka zelaltir û mukimtir li hember gefên Tirkiyê nîşan bide çimkî çend sal in ew û Amerîka bi hev re wek du hevpeymanan şerê teror û DAIŞê dikin.

Balî behsa serdan fermandeyê serfermandariya navendî ya hêzên Amerîka (CENTCOM) general Kenneth McKenzie bo Kobanî û hevdîtina wî bi rayedarên HSDê re jî kiriye û gotiye, di wê hevdîtinê de gefên Tirkiyê û çawaniya tedbîrên li hember wê yekê jî hatin axaftin. General McKenzie got ku Amerîka dê şirîkên xwe biparêze. Lê ev nayê wê wateyê ku gefên Tirkiyê êdî namînin, ji ber wê jî divê Amerîka helwestek zelaltir û mukimtir nîşan bide.