Tîrmeh 23, 2019 10:46 Asia/Tehran
  • INTERPOLê navê Salih Mûslim û 144 kesên din ji lîsteya sor derxist

Duh êvara dûşemê Teşkîlata Polîsên Navdewletî (INTERPOL) biryara lêgerînê ya derbarê hevserokê berê yê PYD ya Sûriyê Salih Muslîm de betal kir.

ÎNTERPOLê li ser daxwaza Tirkiyê derbarê 144 kesan de ku Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Muslîm û serkirdeyên PKKê jî di nav de ne, biryara lêgerînê dabû û ew xistibûn nav lîsteya xwe ya sor.

Di vê çarçovê de medyaya Amerîkayê diyar kiriye ku INTERPOLê bultena sor a derbarê wan 144 kesan de betal kir û daxwaza Tirkiyê ya ji bo  derxistina bultena sor derbarê bi sedan kesan de jî red kir.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê li ser vê biryara INTERPOLê nerazîbûna xwe anî ziman û raghand, “Biryara bultena sor a derbarê 144 kesan de ji aliyê Sekreteriya Giştî ya INTERPOLê ve hatiye betalkirin û daxwazên ji bo lêgerîna 352 kesan jî bi hincetên cuda hatine redkirin. Li gel Sekreteriya Giştî ya INTERPOLê peywendî hatiye danîn û nerazîbûn hatiye nîşandan.”