Tîrmeh 14, 2019 09:29 Asia/Tehran
  • Bombeyek li ser riya çekdarên Rûsiyê li Sûriyê teqiya

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê Şemiyê bi şev qala qewimîna teqînekê li ser riya meşa karwana leşkerên vî welatî li parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Elêksî Bakîn, Serokê Navenda Aştiya Rûsiyê li Sûriyê got: Pakêteke teqînê ya kontrola ji dûr ve li ser riya meşa çekdarên vî welatî li Derayê hatiye teqandin.

Heta niha hûrgilliyên vê teqînê nehatine weşandin.

Rûsiye û Komara Îslamî ya Îranê li ser daxwaza Sûriyê alîkariya vî welatî jibo têkoşîna dijî têrorîstan dikin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.