Tîrmeh 14, 2019 09:08 Asia/Tehran
  • Serokê Ofîsa Medyayî ya HSDê: HSD gefek li dijî Tirkiyê nîne

Mistefa Balî, Serokê Ofîsa Medyayî ya HSDê di axaftinekê da tevî amajeya bi êrîşa hitmalî ya Tirkiyê li ser kurdên Sûriyê û gefên ku di vî warî da hene, got: Em gefek li dijî Tirkiyê nînin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê KRD Newsê, Mistefa Balî, Serokê Ofîsa Medyayî ya HSDê di axaftinekê da tevî amajeya bi êrîşa hitmalî ya Tirkiyê li ser kurdên Sûriyê û gefên ku di vî warî da hene, got: Nûnerê taybet ê NY li karên Sûriyê jibo pêkanîna navçeyeke ewleh li Sûriyê bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ş Tirkiyê ra bi awayê cuda hevdîtinê pêk tîne. Bidawîanîna atmosfera gefê divê bi pêkanîna atmosfereke diyalogê, rêzgirtina dualî û hevpejirandinê pêk were. Em ji Tirkiyê ra gef nînin. Em hêvîdar in ku ev kiryar di atmosfereke diyalogê da bibe sebeba bidestketina encamên siyasî.

Wî di dewama gotinên xwe da tevî amajeya bi proseya darizandina zindaniyên DAIŞê li bakurê Sûriyê, got: Ev têrorîst daxwaza vegeriyana bo welatê xwe û mehkemebûna li welatê xwe ne, lê wan li welatên xwe cinayet nekirine û li Kurdistana Sûriyê li dijî mirovahiyê cinayet kirine. Baweriya wan ev e ku bi mehkemebûna li welatê xwe dê tenê hepsên demkurt ji wan ra bê birrîn û bi vî awayî dê canê xwe bifilitînin. Lê ji ber ku wan li Sûriyê cinayet pêk anîne, jibo wan darizandina wan tu bijardeyeke din a dewsgir tuneye. Di warê damezirandina dadgehan li Sûriyê jî hin kiryarên pratîkî pêk hatine û navbera welatên têkildar bi vê mijarê ra diyalogeke baş pêk hatiye.