May 17, 2019 13:17 Asia/Tehran
  • Têrorîst bi alîkarîya hêzên Tirkîyê, Ereb û Tirkmenan di malên Kurdên Efrînê de bi cih dikin

Tevî ku bi dehan hezar Kurdên herêma Efrînê li jêr konikên peritî yên kampên devera Şehbayê de koçber mane, grûpên têrorîst bi piştevaniya hêzên hikûmeta Tirkiyê bi saya bicihkirina bêhtirî 200 hezar Ereb û Tirkmenan li malên Kurdan, demografiya wê herêmê bi temamî guhertine.

Di demekê de ku bi deh hezaran nişteciyên resen ên herêma Efrînê li bin konên koçberiyê û di rewşeke xerab de jiyana xwe derbas dikin, komên têrorîst bi alîkarîya hêzên Tirkîyê, Ereb û Tirkmenên deverên din di nav mal û milkên wan de bicih dikin.

Li Nahiyeya Bilbilê, bajarokê Bilbilê bi xwe û tevahiya gundên wê bi Ereb û Tirkmenan hatine tijekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê dide zanîn ku li çar gundên nahiyeyê, Tirkimen hatine niştecîkirin. Li şeş gundên nahiyeyê jî Erebên ji Xûteya Şamê heta Idlibê hatine niştecîkirin. Erebên ku nû ji Hemayê û Idlibê jî derketine dest danîne ser tevahiya gundekî nahiyeyê ku bi wan Erebên hawirde tije bûye.

Li gorî wê raportê,  li gundên Kotana, Kêla, Eşûnê û Qota, Tirkmenên hawirde hatine niştecîkirin.

Li gundên Qestela Miqdêd û Şêxurzê, Erebên eşîreta el-Fewaire ji derdora Himsê hatine niştecîkirin. Li gundên Zeirê, Heyama û Elî Bîkê, Erebên Xûteya rojhilat hatine niştecîkirin.

Li gundê Xelîlaka, Erebên parêzgeha Idlibê hatine niştecîkirin. Li nav bajarokê Bilbilê bi xwe, Erebên Humsê hatine niştecîkirin.

Li gundê Qurnê, Erebên ji eşîreta el-Izzî hatine niştecîkirin. Li gundê Ebûdanê, Erebên ku nû ji Idlib û Hemayê derketine hatine niştecîkirin.