Nîsan 21, 2019 18:04 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina konferansa Yaltayê bona piştgiriya ji Sûriyê

Beşdarên konferansa navneteweyî ya Yaltayê li daxûyaniya dawiyê ya vê konferansê ser piştgiriya ji dewleta Sûriyê teqezkirin.

 Li gorî rapora televîzyona Meyadînê, daxûyaniya dawiyê ya konferansa Yaltayê ku roja şemiyê hat weşandin ser kivşkirina bernemeyekê bona garantîkirina danûstandinên ticarî navbera nîvgirava Kêrîmê û Sûriyê hat teqezkirin.

 Li vê daxûyaniyê her wiha hatiye: Eskerên birîndar ên  sûrî û zarokên nexweş jî li nexweşxanên  nîv girava Kêrîmê tên dermankirin.

 Li daxûyaniya dawiyê ya konferansa Yaltayê, pêîwstiya hilkolandina kiryaran bona kemlandina  pêvajoya tomarkirina şîrketa hevpar bona berfirehkirina ticareta navbera Sûriyê û nîv girava  Kêrîmê hat teqezkirin.

 Konferansa navneteweyî ya aborî ya bajarê Yaltayê li Kêrîmê pênc salan berî niha wek navendeke navnetewetyî bona behsa li bara meselên geşatiya civakî û aborî hatiye damezrandin ku  civînên salane têde tên lidarxistin.

 Ev konferansa li civîna îsal ser mijarên mîna avedankirina  Sûriyê, planên  hevkariya bi Emerîkaya latîn û piştgiriya ji Kûbayê û Venzuelayê li hember siyasetên  êrişkirane yên Emerîkayê disekinî.

 Konferansa Yaltayê ji 18 Nîsanê heya roja  şemiyê 20 Nîsanê hat lidarxistin û zêde ji 4500 beşdar ji wan 800 taximên biyanî ji 89 welatan têde beşdar bibûn.