Adar 17, 2019 15:08 Asia/Tehran
  • Teqîna Maynê li Dêrazorê: Kuştî û birîndarbûna 40 kesan

Ji ber teqîna maynekê ya bicihmayî ji dema deshilatdariya terorîstan li Dêrazora Sûriyê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 36 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor IRNA, ev mayna duh li devera Şola li derdora başûrê rojavayê Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê teqiya.

Terorîstan li dema dagîrkirina Dêrazorê û deverên din ên Sûriyê li malên xelkê û li ser rê û çarsiyan û di nav pêlîstokên biçûkan bombe û madeyên teqandinê danîbûn û eva nîşan dide ku hin welatên navçê û yên derveyî navçê ev madên teqandinê bi hêsanî xistibûn destê wan.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya terorîstan ku welatên rojavayê yên wek Amerîka û welatên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê ji wan piştgirî dikirin û alîkariya wan dikirin, despê bû ku artêşa Sûriyê bi alîkariya şêwirkarên leşkerî yên Îranê û alîkariya leşkerî ya Rûsyayê terorîstên hanê têk birin.