Li dorhêla Derayê çekên Rêjîma Siyonîst hatin dîtin
Artêşa Sûriyê raghand ku dest daniye ser hejmareka zêde ya çek û alavên şêrr ên çêkirî ji aliyê Rêjîma Siyonîsrt va li derdora Derayê.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya SANA Newsê, Artêşa Sûriyê çek û alavên şêrr û cebilxaneya bi cih mayî ji têrorîstên tekfîrî yên DAIŞê di pêvajoya paqijkirina navçeya El Hareyê li derdora Derayê dîtin.
Tevî bidawîhatina operasiyona leşkerî li derdora bajarê Şamê û başûrê Sûriyê di heyama yeksala bihurî da, car caran çek û alavên şêrr ên têrorîstan ew li dijî dewlet û artêşa Sûriyê dixebitandin, tên vedîtin.
Amerîka û Rêjîma Siyonîst hevrê digel hinek ji welatên din ên navçeyê ji destpêka qeyrana Sûriyê va di sala 2011an ji dabînkerên sereke yên çek û sîlehan jibo têrorîstan bûne.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.