Adar 13, 2019 08:31 Asia/Tehran
  • Operasiyona dijî DAIŞê li Baxûzê bi dawî hat

Berpirsê mêdyayî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) bidawîhatina operasiyona dijî têrorîsmê li bajarê Baxûzê li derdora Dêrazorê ku dawîn baregeha DAIŞê û li rojhilata Çemê Firatê bû, piştrast kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Mistefa balî tevî amajeya bi xweradestkirina hejmareka zêdeya têrorîstan digel malbatên xwe li navçeya Baxûzê li rojhilata Sûriyê, got: Digel bidawîhatina êrîşa Kurdan li ser dawîn baregeha têrorîstên DAIŞê û têkçûna kesên tekfîrî li vê navçeyê, ji niha û pêde kesên têrorîst tenê li best û beyarên rojavayî ne.

Mistefa Balî têkçûna dawiyê ya têrorîstan li Sûriyê nêzik da zanîn û got: Heta teslîmnûna tam û kamil a van çeteyan, dê êrîş û pevçûn hebin.

Hevdem Kîno Gabriyêl, Berdevkê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li hevpeyivîna digel Kanala têlêvîzyonî ya El Hedesê got: Bi bidawîhatina operasiyona dijî têrorîsmê, şer û pevçûn li qada şêrr jî dê bi zûtirkê bên rawestandin.

Li gorî vê raporê, derdora sê hezar kes ji çeteyên DAIŞê berbanga îro anku Çarşemiyê xwe radestî Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) kirin.

Şervanên Kurd ên Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) roja 3ê Adarê êrîşa xwe ya dawiyê li dijî DAIŞê dest pê kiribûn.

Bi hezaran welatiyên sivîl ku pirraniya wan jin û zarokên çeteyan in, di hefteyên dawî da ji navçeya Baxûzê derketine û di vê mehê da jî bi hezaran çeteyên DAIŞ'î xwe radest kirine.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.