Sibat 21, 2019 18:43 Asia/Tehran
  • NY: Ji bo şandina hêzên vê rêxistinê bo bakura Sûriyê îznama Konseya Ewlekariyê pêwîst e

Rayedarekî derecebilind ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje vê demê NYdi nav muzakireyên pêkanîna Hêzên Çavdêriyê li deverên kurdî yên bakura Sûriyê de ji bo girtina pêşiya êrişa Tirkiyê ser kurdan cih negirtiye û ji bo ku em bona çavdêriyê hêzana bişînin wir pêwîste Konseya Ewlekariyê ya NY biryarnameyekê li vê barê de derxe.

Li gor nûçeya Kurdpressê, kurdên Sûriyê ji ber gefxwarinên dewleta Tirkiyê li wan û êrişa muhtemel a artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê li dijî kurdan ketine nav fukar û endîşeyê û ji bo vê yekê xwestine bila çavdêrên aştiyê yên navneteweyî li bakura Sûriyê bi cih bibin daku rê li ber êrişên dewleta Tirkiyê û terorîstên ber piştgiriya wê li dijî kurdên Sûriyê were girtin.

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed roja duşemê ji medya  Îngilîzî re got: Pêwîst e ji bo girtina pêşiya êrişa artêşa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê, piştî derketina leşkerên Amerîkayê ji bakura Sûriyê, hêzên Çavêriyê yên Navneteweyî li ser sînorê bakura Sûriyê û Tirkiyê damezirin .

Di vê navberê de ajansa Sputnîkê ya Rûsyayê ji zarê Rayedarekî derecebilind ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyîderheq bicihbûna Hêzên Navneteweyî ragihand ku wî desnîşan kiriye ji bo ku NY hêzên çavdêriyê bişîne bakura Sûriyê divê Konseya Ewlekariyê ya NY biryarnameyekê li vê barê de derxe.

Wî rayedarê NY herwiha got: Vê demê NYdi nav muzakireyên pêkanîna Hêzên Çavdêriyê ji bo deverên kurdî yên bakura Sûriyê de bi mebesta girtina pêşiya êrişa Tirkiyê ser kurdan nîne.