Sibat 21, 2019 17:27 Asia/Tehran
  • Guardian: Amerîka Cebilxane û çekên xwe ji Sûriyê der têxe

Rojnama Guardian nivîsî: Amerîka gelek kamyon û Terlerên TR ji Iraqê şandine Sûriyê ji bo barkirina cebilxane û çekên artêşa Amerîkayê û birina wan nav axa Iraqê.

Li gor kurdpressê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku roja 19 Kanûna 2018 biryara derxistina hêzên amerîkî ji nav axa Sûriyê dabû niha amadekariya derxistina wan 2000 hêzên xwe ji nav Sûriyê dike.

Wer xuya dike ku Amerîka xwe amade dike piştî ku kurdên Sûriyê devera herî dawiyê ya bin destê DAIŞê azad kin, ji nav Sûriyê derkeve. Ji bo vî karî berî her tiştî dixebite cebilxane û çekên hêzên xwe derxîne û wan bibe Iraqê.

Rojnama Wall Street Journalê jî du hefteyan berî niha ragihandibû ku Amerîka dil heye heya  dawiya Nîsana îsal leşkerên xwe ji Sûriyê derxe.

Rojnama Guardian  ragihand ku 60 kamyûn û  TR li Hesekê dîtine ku Amerîkayê ew ji bo derxistina cebilxane û çekên xwe ji Sûriyê şandine wir. Vê rojnamê ji zarê çavkaniyên herêmî ragihand ku hejmara van kamyûnan her diçe zêde dibe.

Wer xuya dike ku Amerîkayê dil heye pişta kurdan berde û di vî halî de berdevkê Pentagonê Sean Ryan gef li kurdan xwariye û gotiye, wan Kurd agahdar kirin ku eger danûstandinan li gel hikûmeta Beşar Esed û Rûsyayê bikin an jî biçin aliyê wan, ew ê ji alîkariyên Amerîkayê bêpar bibin.